Zeynep Beyza Kılıç
09 Tebax 2022•Rojanekirin: 11 Tebax 2022
Keştiya sondajê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan navê wê wekî Ebdulhemîd Xan eşkere kir, ji Lîmana Okpoyê ya Koreya Başûr bi rê ket û di 19ê gulanê da gihîşt Lîmana Taşucuyê ya Mêrsînê. Keştî ji bo Tirkiyeyê wê xebatên lêgerîna hîdrokarbonê bidomîne.
Keştiya sondajê ya Ebdulhemîd Xan nêzî 2 meh û nîvan li Lîmana Taşucuyê ma û di vê pêvajoyê da hat rojanekirin û xurtkirin.
Keştiya ku bi îhtişama xwe va balê dikişîne, bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va û bi merasimê dest bi wezîfeya xwe kir.