Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li 17 bajarên ku girêdeyî Yekîtiya Îxracatkarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê (DAÎB) dixebitin de, îsal meha tebax û îlonê bihayê 298 milyon û 972 hezar dolar îxracat hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên DAÎBê hildan, îsal ji 17 wilayetên herêmê ji bona 171 dewletan îxracat hat kirin.
DAÎBê par meha tebax û îlonê bi bihayê 282 milyon û 196 hezar dolarî tiştên sanayiyê îxrac kiribûn. DAÎBê îsal dîsa di heman mehan de bi bihayê 246 milyon û 287 hezar dolarî îxracat kir.
Di nav sektoran de îxracata herî mezin bi zêdebûneke ji sedî 90 di tekstîl û xalîçeyan de çêbû. Di van sektoran de bi bihayê milyonek û 660 hezar dolarî îxracat hat kirin.
Di du mehên dawî de DAÎBê bi bihayê 298 milyon û 972 hezar dolar îxracat kir. Di nav welatan de îxracata herî zêde bo Iraqê hat kirin. Di îxracatê de piştî Iraqê Îran, Azerbaycan, Almanya û Bûlxaristan tên.
Di meha tebax û îlonê de zedebûna herî zêde li Hekariyê çêbû. Di zêdebûna îxracatê de piştî Hekariyê, bajarê Batman, Bedlîs, Elezîz, Wan, Bîngol, Erdêxan, Erzingan û Mûş tên.