Salih Darıcı
24 Îlon 2023•Rojanekirin: 25 Îlon 2023
Li Bîrecîka navçeya Şanliurfayê ji bo danasîna bacanên reş ên tescîlkirî û teyrên Kelhenek ên ku nifşa wan li ber qelandinê ye, "Mihrîcana Kelhenek û Balcanan" hat lidarxistin.
Îsal cara sêyemîn e ku mihrîcan hat lidarxistin û rastî eleqeyê hat. Mihrîcana îsal li Taxa Meydanê hat lidarxistin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Şanliurfayê Zeynel Abidîn Beyazgul, Qaymeqamê Bîrecîkê Ramazan Cankaloglu û gelek vexwandî beşdarî mihrîcanê bûn. Mihrîcan bi meşa kortejê dest pê kir.
Li qada mihrîcanê ji bacanên reş ên navçeyê yên tescîlkirî kebab hatin amadekirin û li ser mangalên ku dirêjahiya wan 63 mêtre ne dirêj in, hatin pijandin û îkramkirin.
Li qadê ji bacanên reş xurekên curbecur hatin çêkirin. Roviya tijîkirî ku 37 mêtre dirêj e jî danîn ber vexwandiyan.