İbrahim Toprak
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 26 Îlon 2023
Li Kozluka navçeya Batmanê li gundên çiyayî komkirina bacanên sor ên ku salane 5 hezar ton tên bidestxistin, didome.
Li 14 gundên çiyayî yên navçeyê bacanên sor hêşîn dibin û bi wê taybetiya xwe derdikevin pêş ku qalikê wan tenik û ava wan zêde ye. Komkirina bacanên sor yên Kozlukê didome ku dema hê kesk in jê tirşîn, wextê sor dibin jê doşav tê çêkirin, wextê pembe dibin li ser sifreyan tên xwarin.
Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê Îsmaîl Hakki Saglam diyar kir, bacanên sor yên Kozlukê wekî bacanên sor yên çiya jî tên binavkirin, li 14 gundan hêşîn dibin ku raqima wan di ser 1000î da ye.
Saglam bal kişand ku bi tehm, aroma, bêhn, şekl û giraniya xwe va ji yên din cuda dibin û wiha dewam kir, "Hin bacanên sor dibin devîdevî 2,5 kîlogramî. Me par serîlêdan kir da ku bacanên sor yên Kozlukê işareta coxrafî werbigirin. Miemele îsal bi dawî bûn û înşelah dê di nava îsal da işareta coxrafî werbigire."
Saglam her wisa bal kişand ku ew salane qedera 5 hezar ton rekolte ji bacanên sor werdigirin.
Mixtarê Gundê Geçitaltiyê Mehmet On jî bal kişand ku bacanên sor yên wan bi giraniya xwe derdikevin pêş û her yek jê ji kîlogramekê zêdetir diavêje.