Ekrem Payan
23 Îlon 2025•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2025
Li Şirnexê, tehîna Dêrgulê piştî ku işareta erdnigariyê wergirt û hat tescîlkirin, qada çandina kunciyên ku madeya xav a tehînê ye, zêde bû.
Tehîna Dêrgulê (navê berê yê bajaroka Kumçatiyê) ya 2 sal berê ji hêla Saziya Patent û Marqeya Tirk hat tescîlkirin û di aşê avê yê dîrokî da tê hêran piştî ku eleqe dît, cotkaran îsal wekî berhemê duyem giranî dan ajotina kunciyan.
Li bajaroka Kumçatiyê û gundên derdorê, cotkar di nav zeviyên li pêşa çiyayên Gabar û Cûdiyê da li ber stranên Kurdî, bi dasan kunciyan didûrin.
Oktay Sezgînê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku welatî alîkariya hevdu dikin û bi wî awayî kunciyan didûrin.
Sezgîn bal kişand ku tehîna Dêrgulê ya ji kunciyan çêdibe di sala 2023yan da hat tescîlkirin û piştî vê qonaxê, tehîn li parêzgehên herêmê jî tê tercîhkirin.
Sezgîn diyar kir ku nirxê dahatê yê tehînê zêde ye û wiha dewam kir: "Li gorî daneyên TUÎKê, li parêzgeha me bi nîvekî di 2 hezar û 500 dekar zeviyan da 175 ton kuncî hatiye hilberîn. Îsal em ji qedera 5 hezar dekar zeviyî, di ser 300 tonî berhem pêşbînî dikin. Bi nûkirina aşên avê û xurtkirina binesaziyê ya li herêmê, hilberîn wê zêdetir be. Tevî kêmbûna baranê îsal, hilberîneran kuncî hilbijartine. Me qada çandiniyê gihandiye 5 hezar dekarî. Demsala çandiniyê niha dest pê kiriye. Cotkarên me wê heta dawiya cotmehê bi hevkariyê kunciyan berhev bikin."
Selahattîn Demirê ji gundê Koçbeyî yê ku hîlberîna tehînê dike got ew bi gundî û xizmên xwe ra bi gotina stranan kunciyan berhev dikin.
Demir wiha got: "Ji ber ku makîne nikare bikeve vê derê, em bi dasên berê va berhev dikin. Dû ra merheleya spîkirina qalikê wê, zîhakirin û qelandina li ser kevir heye. Ev ê di aşên avê da werin kirin. Paşê wê bibe tehîn."
Demîr anî ziman ji ber ku welatiyan tehîne ku hatiye tescîlkirin zêde hez kir, çandiniya kunciyan jî zêde bû.
Demir wiha dewam kir: "Ev der ji bo ku bibe 'gundê tehînê' namzed e. Kuncî di aşên avê yên 156 salî da tê hêrandin û dibin tehîna hatiye tescîlkirin. Hîlberîn kunciyan û çêkirina tehînê beşek ji çanda me ye. Em dixwazin her tim hilberîna wê zêde bikin. Tehîna me ya tescîlkirî bi awayekî organîk tê çêkirin. Belgeya îşareta erdnigariyê hesta pêbaweriyê dide welatiyan, ji ber vê yekê jî hilberîn û çandinî zêde bûye."