Halil İbrahim Sincar,Ahmet Aydın
06 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Li Mêrdîna navçeya Midyadê li "Tesîsa Veguherandin û Entegreyê ya Bêbermayik"ê ku ji aliyê 4 birayên ku berê berhevkarên xurdeyan bûne ve hatiye damezrandin, salane 115 hezar ton jê yên xeternak bi giştî 290 hezar ton bermayik tê veguherandin.
Li navçeyê 4 birayên bi navê Hayrettin, Zekî, Mesût û Engîn Çîçek ku 35 sal e berhevkariya xurdeyan dikin, ji "Projeya Bêbermayik" ya ku bi hîmayeya Emîna Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hatibû destpêkirin, bi bandor bûn û beriya niha bi 4 salan li ser erdekî 85 hezar donimî AŞya Entegraya Bermayikê ya Haşimoglu ava kirin.
Li "Tesîsa Veguherandin û Entegreyê ya Bêbermayik"'ê salane 115 hezar ton jê yên xeternak bi giştî 290 hezar ton bermayik tê veguherandin û di warê elektrîk û elektronîkê de tên bikaranîn.
Ji birayan endamê Lijneya Rêveberiya Haşimoglu Zekî Çîçek di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de diyar kir ku ew ji ber kirina vî karî li memleketê xwe, gelekî kêfxweş in û got, "Me sala 1988an dest bi vê pîşeyê kir. Me wî çaxî tenê karê berhevkirina xurdeyan dikir. Me wê hingê bîra veguherandinê, fêde û zirara bermayikan nedibir. Em hê nû hînî van tiştan bûne. Welatê me di vî warî de bi pêş ket."
Çîçek anî ziman ku ew ji bo siberojeke hê paqijtir û aboriyeke bi hêzdartir dixebitin û tekezî li wê yekê kir di warê veguherandina bermayikan de êdî Tirkiye gelekî pêş ketiye û ev jî bi saya Emîne Erdoganê bûye.
Çîçek destnîşan kir ku ew salane veguherandina 115 hezar ton bermayikên xeternak û 175 hezar jî yên nexeter dikin û got, "Me ji xwe re kiriye armanc ku em miqdara bermayikên nexeternak derxînin 250 hezar tonî û yên xeternak jî derxînin 200 hezar tonî."
Çîçek her wiha got ku ew him bermayikên xeternak û him yên nexeternak ji bo veguherandinê amade dikin û ew ji bateriyên wesayitên bieleketrîk jî kanên weke lityum, kobalt, nikel, mangan û grafitê cihê dikin û ji wan "madeya xama krîtîk" bi dest dixin.
Çîçek, diyar kir ku ew bi makîneyên kompostkirinê yên ku ava kirine ji bermayiyên xwarinê, gubreyê bi dest dixin û got, "Em ji bermayikan sotemeniyê çêdikin û dişînin fabrîqeya çîmentoyê."
Çîçek got, "Bi rastî bermayik zirareke mezin didin jîngehê. Bo nimûne bermayikên plastîk 400-500 sal temenê wan heye. Ev metal, zirareke mezin dide jîngehê. Rica û daxwaza me ji miletê me ev e; em naxwazin hûn tiştên ku hûn weke bermayik dihesibînin bavêjin. Hûn dikarin li mala xwe kom bikin û bibin cihên saziyên peywendîdar yan jî bi rêya şaredariyan radestî hin saziyan bikin. Ji ber dê ev tişt hem ji bo aborî û hem jî jîngeha me sûdmend be."
- "Tesîsa entegreyê ji yekemînên cîhanê ye"
Rêveberê Fîrmayê Endazyarê Jîngehê Kadîr Akkurt jî destnîşan kir ku bermayikên ku têne tesîsê yên weke metal, şûşe, plastîk û ambalajan weke madeya xam dikin berhema veguherandinê.
Akkurt anî ziman ku tesîs di heman demê ji bo herêmê kaniyeke îstixdamê ye ku îstixdama nêzîka 250 kesî dike.