Özcan Yıldırım,Orhan Onur Gemici
05 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî ragihand, mehaniya kesên ku ji SSK, Bag-Kur û Sandoqa Teqawudiyê teqawud bûne û îkramiyeyên eydê yên teqawudan wê di 14-19ê nîsanê da werin razandin.
Li gor parvekirina ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê, mehanî û îkramiyeyên Eyda Remezanê yên teqawudan wê beriya eydê werin razandin.
Kesên ku di çarçoveya SSKyê da mehaniya wan di 17, 18, 19 û 20ê nîsanê da tê razandin, mehaniya wan wê di 14ê nîsanê da, kesên ku mehaniya wan di 21, 22 û 23yê nîsanê da tê razandin mehaniya wan wê di 15ê nîsanê da, kesên ku mehaniya wan di 24, 25 û 26ê nîsanê da tê razandin jî mehaniya wan wê di 16ê nîsanê da were razandin.
Kesên ku di çarçoveya Bag-Kurê da mehaniya wan di 25 û 26ê nîsanê da tê razandin, mehaniya wan wê di 17ê nîsanê da, kesên ku mehaniya wan di 27 û 28ê nîsanê da tê razandin mehaniya wan wê di 18ê nîsanê da, kesên ku di çarçoveya Sandoqa Teqawudan da mehaniyê distînin jî mehanî û îkramiyeyên wan wê di 19ê nîsanê da werin razandin.