Berfa li çiyayên bilind yên Taşliçayê di dawiya biharê da bere bere dihele.
Zozanê Sînegê ku di havînê da bi hezaran keriyên pez û koçer lê dijîn, di dawiya Gulanê da jî hê lê berf heye.
Li zozanê ku çavkaniyên avê yên zêde lê hene, ji ber ku berf dihele li hin deveran gol çêbûne.
Herêma ku bi berfa xwe ya li quntarên çiyayan dîmenên xweş yên mînanî kartpostal pêşkêş dike, li hêlekê jî rengên kesk yên biharê lê hene.
DÎmenên Zozanê Sînegê ku aliyekî wê zivistan e û aliyê din jî bihar e, bi dronê hat kişandin.
Wêne : Abdullah Söylemez/AA