Haydar Şahin
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
MARDÎN
Serokê Komeleya Îmalatkarên Savar a Mêrdînê Faysal Sun got, "Em di salê da kêm zêde 2 hezar ton savar îxracî Ewropayê dikin. Hedefa me ew e ku di sala 2018an da îxracata savar bigihînin 5 hezar tonî."
Faysal Sun daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li herêmê genimê ji bo savar ê herî baş ê dinyayê hêşin dikin.
Sun destnîşan kir ku li 15 fabirqeyên li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Mêrdînê ji sedî 25ê savarê Tirkiyeyê dihêrin.
Sun bal kişand ku ji sedî 30yê îxracata savar a Tirkiyeyê ji Mêrdînê tê kirin û wiha pê da çû:
"Mêrdîn di salê da 75 hezar ton savar îxrac dike. Bi vê reqemê va herî zêde Mêrdîn îxracata savar dike. Piraniya îxracata me diçe welatên Rojhilata Navîn. Lêbelê ji ber bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin em li bazarên alternatîf digerin. Em dixebitin ku berî xwe bidin Ewropayê. Em di salê da kêm zêde 2 hezar ton savar îxracî Ewropayê dikin. Hedefa me ew e ku di sala 2018an da îxracata savar bigihînin 5 hezar tonî."
- "Em dixwazin ku savarê Mêrdînê têxin marqeya dinyayê"
Sun got ku di fuarên li gelek ciyên dinyayê da savarê Mêrdînê didin nasîn û wiha axivî: "Savarê bi qelîte yê ku li Mêrdînê tê hêran ji ber kêmasiya danasînê mixabin li bazara dinyayê ciyê ku heq dike lê nîne. Bi veberhênanên ku didin va em dixwazin ku savarê Mêrdînê têxin marqeya dinyayê."