08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Peymana krediyê ya 400 milyon dolarî ya ku Banqeya Dinyayê ji bo Xeta Boriyên Xaza Siruştî ya Anadoluyê ya Trans (TANAP) ku ji BOTAŞê re vekiribû, di navbera Arîkarê Serokê Banqeya Dinyayê Cyrîl Muller û Midûrê Gişkî yê BOTAŞê Burhan Ozcan de di himayeya Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak de hat îmzekirin.
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak di civîna pesendkirina krediya ji bo projeya TANAPê hat kirin da axivî û got: "Em ê roja înê, merasime xaza ewil ya tesîsên depokirinê bi beşdarbûna Serokomarê me bidin destpêkirin. Saleke din em ê înşallah TANAPê vekin û xaza ewil em ê bikirin. Niha em ji bo 400 milyon dolarî fînansmanê bi Banqeya Dinyayê re hatin balhev."