10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
VAN
Walî û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê Îbrahîm Taşyapan daxuyand ku wan 190 xebatkarên şaredariyê ji wezifeyê dûr xistine.
Taşyapan daxuyaniyek da nûçegihanan û wiha axivî: "Der barê hin xebatkaran me da miamela dewam dikin. Me jî ji ber vê wek tedbîr 190 xebatkar niha ji wezifeyê dûr xistin. Piştî encama lêpirsinan em ê dîsa binihêrin."