Erhan Cihan Ünal,Hülya Ömür Uylaş
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 10 Hezîran 2023
Ji ber merasima teslîmkirina dewrê li Bankaya Navendî merasim hat lidarxistin.
Erkanê di axaftina xwe da ji ber xizmetên wî yên di 2 salên dawîn da spasiya Kavcioglu kir û got ku "We bi ekîba xwe ra pêvajoyeke dijwar bi rê va bir. Em ji bo keda we spas dikin. Ez dixwazim ku em ê li ser navê welat û xebatkarên Bankaya Navendî piştgiriya we, keda we û xizmetên we bi minet bi bîr bînin."
Erkana ku yekem seroka jin e ku ji bo TCMByê hatiye wezîfedarkirin spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir.
Kavciogluyê ku bû Serokê Lijneya Kontrol û Verastkirina Bankavaniyê jî spasiya Erkanê kir û ji bo Tirkiyeyê berdewama xebatên wê yên serkeftî xwest.