Dilara Zengin Okay
09 Hezîran 2023•Rojanekirin: 10 Hezîran 2023
Dr. Hafize Gaye Erkan, bû seroka jin a ewil ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB).
Biryara wezîfedarkirina Erkanê bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi tayînkirinê va cara ewil e ku jinek dibe seroka TCMByê.
- Dr. Hafize Gaye Erkan kî ye?
Erkan di sala 1982yan da li Stenbolê hat dinyayê piştî ku Lîseya Lawan a Stenbolê qedand di sala 2001ê da Endezyariya Endustriyê li Zanîngeha Bogazîçiyê qedand.
Erkanê perwerdehiya xwe li Amerîkayê domand û di sala 2005an da li Zanîngeha Princetonê doxtoraya xwe temam kir û li Harvard Business Schoolê jî di qada lîderiyê da du bernameyên perwerdehiyê temam kir.
Erkanê di sala 2005an da li Goldman Sachsê dest bi wezîfeyê kir û qasî 9 salan di qada rêvebirina bîlançoyê, testa stresê, plankirina sermayeyê, rêvebirina rîskê, şirîkatî û kirînê dan ji lijne û rêveberiyên payebilind ên şirketan ra şêwirmendî kir.
Hafîze Gaye Erkana ku di sala 2014an da li Fîrst Republîc Bankê dest bi kar kir, li vir di nava 8 salan da weke hevseroka lijneya îcrayê (Co-CEO), serok, endama lijneya rêvebiriyê, dîrektora veberhênanê, dîrektora mewduatê û hevdîrektora rîskê wezîfe hilda.
Erkan di Tîffany & Coya şirketa mucewheran da ku navenda wê Amerîka ye 2 sal dibe endama lijneya rêvebiriyê û di 2022yan da di lijneya rêvebiriya şirketa Marsh McLennanê da ku li Fortune 500î ye, cî digire.
Li gorî lêkolîna San Francîsco Busîness Tîmesê ya di 2018an da Hafîze Gaye Erkan dibe jina yekem ya ji 40 salî biçûktir ku li Amerîkayê di 100 bankeyên herî mezin da dibe serok yan jî CEO. Di heman salê da Hafîze Gaye Erkan di "Lîsteya 40 û 40 Salî Biçûktir" ya San Francîsco Busîness Tîmesê da û di "Lîsteya 40 û 40 Salî Biçûktir" ya Craîn New York Busînessê da cî digire.
Hafîze Gaye Erkan di 2019an da dikeve "Lîsteya Jinên Girîng ya Sektora Banke û Fînansê" ya Craîn'sê û "Lîsteya Jinên Divê Bên Şopandin" ya Amerîcan Bankerê.
Erkana ku di warê bankevanî, veberhênan, rêvebiriya rîskê, teknolojî û înovasyona dijîtal da pispor e li Konseya Şêwrê ya Beşa Endezyariya Fînansê û Lêkolînê ya Zanîngeha Prîncetonê xebitiye.