Güç Gönel
03 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2022
Serokomar Erdogan: "Îxracata me ya 2021î li gor par ji sedî 32,9 zêde bû û gihîşt 225 milyar û 368 milyon dolarî. Ev rekorek e."
"Li hemberî teklîfên tevşomevşo yên mixalefetê ya dixwaze ji felaketa milet ranta siyasî bi dest bixe, me dîsa jî di aboriya Tirkiyeyê da qontax negirt."
"Her çiqas wek şewbeke tenduristiyê dest pê bike jî ji aboriyê bigire heta turîzmê, ji perwerdeyê bigire heta têkiliyên beşerî tesîreke neyînî li ser her qada jiyanê kir."
"Aboriya Tirkiyeyê ji cotmeha 2021î pê va li gor heyama beriya şewbê îstihdameke zêde ya 2 milyonî pêk anî."
"Tirkiye cara ewil e ku nebû welatekî di bin barê qeyranan da xûz dibe, berevajî vê bû welatekî qeyranan bi rê va dibe, heta wisa ku qeyranan wek derfet diguhere."
"Me hecma bazirganiya derva ya di 2002yan da bi tenê 87,6 milyon dolar bû di sala 2021î da gihand 496,7 milyar dolarî."
"Di koma 75 cure ber û berhemên îxracata wan tê kirin da di dîroka Komarê da em gihîştin bihayê îxracatê ya herî zêde."
"Kêmdana bazirganiyê ya derva li gor par ji sedî 7,8 kêm bû, dakete 45,9 milyar dolarî, rêjeya hemberî îtxalatê ya îxracatê jî ji sedî 83,1 zêde bû."