Elif Orhan
15 Tebax 2018•Rojanekirin: 16 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Şansolyeya Komara Federal a Almanyayê Angela Merkelê re bi telefonê axivî.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokomariyê hatin bidestxistin di axaftinê de di serî de têkiliyên dualî û Sûriye li ser mijaren hêrêmî nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Erdogan û Merkel di axaftinê de li ser geşedanên di rojevê de sekinîn û qala hevdîtina ku dê her du serok dawiya îlonê li Berlînê bikin kirin.
Serok Erdogan û Merkelê li hev kirin ku di rojên pêşiya me de Wezîrê Xezîne û Darayiyê Albayrak û wezîrên Darayî û Aboriyê yên Almanyayê bên bal hev.
Şansolye Merkelê bi wesîleya axaftinê destnîşankir ku xurtbûna aboriya Tirkiyeyêji bo Almanyayê girîng e.
Her du serokan teyît kirin ku hevkariya di navbera Tirkiye û Almanyayê de bi ziyaretên payebilind têkilî bêtir bên xurtkirin.