Elif Orhan
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di merisama mezuniyetê ya Zanîngeha Parastina Neteweyî da axivî û got: "15ê Tîmehê carekî dîsa nîşan da ku hezkî siyasetmedar, hezkî esker, hezkî mamoste, kî dibe bira bibe miletê me xwedî feraset e û dikare dost û dijminê xwe ji hev derxe."
Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in:
"Di serî da Çanakkale dîroka me ya nêz bi mînakên bêjimar ên wekî vê tijî ye, vêca di 15ê tîrmehê da îradeya gel rabû şahê.
15ê Tîmehê carekî dîsa nîşan da ku hezkî siyasetmedar, hezkî esker, hezkî mamoste, kî dibe bira bibe miletê me xwedî feraset e û dikare dost û dijminê xwe ji hev derxe.
Tirkiye gihîştiye wê quwetê ku li dijî êrîşên li ser hebûn û yekîtiya xwe, ne li erdê xwe dikare rasterast li çavkaniya wê midaxele bike.
Ya ji Mehmetçîkên li ocaxa pêxember tê hêvîkirin ew e ku li mîrateya muqedes a ku şaristaniya me, dîroka me, ecdadê me ji me ra hiştiye xwedî derkevin û heta nefesa dawîn têkoşîne heq û heqîqetê bidomînin. Vaye ji ber vê sedemê firêzên di nav da, sitrî, çeqelên di postê şêr da bi hesasiyeteke mezin tên neqandin, xwedî li Artêşa Tirkiyeyê derdikevin, ev ocax her dem ser seran tê girtin.
Ew kesên ku li dijî hema hemû qadên pîşesaziya parastinê ya welatê me bi eşkeretî an jî veşartî ambargoyê dikin ew ê rojekî fehm bikin ku ev kara karê wêrekî, ezîm, hewlê ye.
Em ê destûrê nedin tu kesî ku têkevin navbera miletê me û artêşa me.
Ji bo ku cardin ne FETO ne jî tu zihniyeteke cuntaxwaz, derbeker li nav TSKê sirayet neke em biryardar in ku pergala perwerdeyê ya nû pêş bixin û bidomînin.
Tirkiye welatekî wisa ye û di nav îtifaqên dualî û piralî yên tê da ye, bi serkeftin û bicîanîna teehûdên xwe derdikeve pêşiyê û teqdîrê dibîne.
Tirkiye wekî herderê ku lê ye bûye welatekî wisa ku hêz û hêjayiyê daye NATOyê. Em bi qasî ku heman nêrînê di muxatabên xwe da bibînin dê girêdayî teahûdên xwe bimînin.
Dema li qada navneteweyî bi biryardarî mafên welat û dostên xwe diparêzin dibînin ku ambargoya li ser pîşesaziya me ya parastinê zêde dibe."