Türkan Tosun
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Midûrê Bajêr ê Mûşê yê ÎŞKURê Mehmet Emîn Taylan got heta îro li bajêr 3 hezar kes di karekî da hatine bicihkirin.
Taylan li navçeya Bulanikê di atolyeya tekstîlê ya bi piştgiriya ÎŞKURê hatiye vekirin da geriya û got li herêmê dîtina xebatkarên bikalifiye zehmet e.
Taylan got fabrîqe di meha nîsanê da vebûye û 50 kes ji hêla ÎŞKURê va hatine îstihdamkirin, di qadên din da jî kurs dewam dikin.
Der barê xebatên ÎŞKURê da Taylan got sazî bi tenê di kar da bicihkîrinê nake, ji bilî vê piştgiriyê dide kargehan jî û li Mûşê 500 kargehî ji ÎŞKURê sûd wergirtiye, 3 hezar kes jî di kar da hatine bicihkirin.
Ji bo piştgiriyê jî Taylan anî ziman wan 5 milyon lire pere daye.
Sermînaz Cengiza dayika 4 zarokan a ji hêla ÎŞKURê va kar dîtiye jî got 4 meh berê wê di atolyeya tekstîlê da dest bi kar kiriye û ew debara mala xwe bi vî karî dike.
Hedîye Yeşîlkayayê jî got bi xebata li atolyeyê va ew deynên xwe dide û spasiya rayedaran kir.