ANKARA
Ajansa Anadolûyê (AA) di Servîsa Nûçeyên Rûsî de pergala abonetiyê da sepandin. Ajansa Anadolûyê di çerçoveya wêna/wîzyona xwe ya sala 100emîn de ji bilî Tirkî dê bi 11 zimanan weşanê bike. Ajansê bi xebatên xwe yên hetanî niha bi zimanê îngîlîzî, erebî, BHS(boşnaqî, horvatkî, sirbkî) û rûsî dest bi weşanê kiriye. Piştî ku di 1ê Îlonê de Serwîsa Nûçeyên Kurdî jî dest pê bike dê AA bi 6 zimanan weşana xwe bidomîne.
AA ji bilî polîtîkaya weşana pirzimanî ji bo ku aboneyên xwe zêde bike jî dixebite. Ji îro pê ve AAyê di Serwîsa Nûçeyên Rûsî de dest bi pergala abonetiyê kir û li herêmê di nav ajansên nûçeyan de cihê xwe girt.
Ev demek e li ser malpera AAyê ya bi Rûsî bi sînor nûçe û wêne wek ceribandin dihatin parvekirin. Lê êdî bi sepandina abonetiyê wêne, vîdeo û nûçeyên AAyê dê li ser Pergala Herka Nûçeyan(HAS) bi awayekî lez ji aboneyan re bê şandin.
AA dê di rojekê de nêzî 50 nûçeyên bi rûsî amade bike û ji aboneyên xwe re bişîne. Kes û saziyên ku bixwazin hûrgiliyên van nûçeyan bizanibin, lazim e ku bibin aboneyê AAyê.
Ji bo abonetiyê forma ku li ser navnîşana "http://www.aa.com.tr/ru/aa-services/211350"ya malpera AAyê ye, divê bê tijîkirin.