ANKARA
Ajansa Anadoluyê ji bo xebatkarên xwe fitar da. Fitar li tesîsên ajansê yên li Golbaşiyê hat dayîn.
Xebatkarên AAyê, beşdarî fitara ku li tesîsa saziyê ya Golbaşiyê hat dayîn. Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Kemal Ozturk piştî xwarinê axivî û qala serkeftinên ajansê kir. Ozturk, dest nîşan kir ku AAyê derbeya ku li Misrê hat kirin bi lez û cara ewil ragihand û dengê gelê Misrê gîhand hemû dinyayê. Di vî warî de ders da hemû çapemeniyên navneteweyî. Ozturk diyar kir ez hêvî dikim ku gelê Misrê dîsa bigihîje demokrasiya ku dixwaze û Ajansa Anadoliyê bûye dengê gelê Misrê.
Ozturk di axaftina xwe de got ez xebatkarên AAyê wek ''malbateke mezin'' dibînim û bextewariya xwe anî ziman.
Ozturk bi bîr xist ku du sal berê dest bi rêveberiya ajansê kiriye û heya niha di ajansê de gelek tişt hatine guhirandin, hejmara nûçe û wêneyên ku tên weşandin zêde bûne. Ozturk wiha got: ''Ajansa Anadoluyê êdî bi xwe re ketiye pêşbaziyê. Îsal performansa me ya xebatê ji sedî 60 zêde bû. Êdî em li gor par pîvanê dikin. Ev pîvan zortir e. Dibê em her roj vê performansa xwe zêde bikin ku karibin bigihîjin hedefa xwe ya sala 100mîn."
Ozturk diyar kir ku AAyê di pêvajoya Misir û Parka Geziyê de peywira xwe baş aniye cih û xebatkarên ajansê serketî bûn.Ozturk da zanîn ku ajans li Rojhilata Navîn herî zêde tê teqîbkirin û armanca me ev e ku ajansê bixine nav pênc ajansên navneteweyî.