ANKARA
Anadoluyê, ji bo ku him li Tirkiyê him jî li deverên cur bi cur yên dinyayê bixebitin li rojnamevanan digere. Ajans, ji bo nivîsîna nuçeyên îngîlîzî li edîtor, sernûçegihan, wergêr û nûçegihanan digere.
Edîtor, sernûçegihan û wergêr divê herî kêm xwedîtecrubeya 5 salan bin, nûçegihan jî divê xwedîtecrubeya 2 salan bin. Endamên ku bêne bijartin, dê piştre têkevin mulakatê.
Ajansa Anadoluyê ku di sala 2020an de dê 100 saliya xwe pîroz bike, dest bi weşana pirzimanî kiribû û bi vê yekê pêngaveke mezin avêtibû. Ajans, ji bilî tirkî niha bi îngîlîzî, erebî, rusî û boşnakî weşanê dike. Di demeke nêzîk de dê dest bi weşana kurdî jî bike. Yên ku bixwazên dikarin li ser vê lînkê https://ik.aa.com.tr/duyurular.aspx serî lêxin.