Ji ber vê jî bûyer derketin û polêsan gule reşand ser çalakvanan, di encamê de 10 kes hatin kuştin û li bajaran alozî her ku diçê zêde dibe.
Li gor saeta Tirkiyeyê dengdayîn di saet 4ê berdestê sibê de dest pê kir lê kesên ku ji bo rayavêtinê tên pir hindik in.
Dema ku li navendê hilbijartinan dest pê kir hat dîtin ku hejmara endamên çapemeniyê ji kesên ku dê rayên xwe biavêjin zêdetir e.
Li Bangladeşê nêzî 40 partiyên siyasî hene û ji van partiyan tevlî Yekîtiya Ewamiya ku desthilatdarî di dest de ye 7 partî beşdarî hilbijartinê bûn. Partiyên din xwestibûn ku bila hilbijartin bên taloqkirin lê Yekîtiya Ewamî ya ku niha hikûmet e ev yek qebûl nekir, li ser vê jî ji 30yî zêdetir partiyên muxalif beşdarî hilbijartinan nebûn.