Gazel Karaboga 50 salî ya astengdar bi halê xwe yê seqet mêrê xwe yê ku nexweşê pençeşêrê û cîgerê (KOAH) ye û lawê xwe yê ku di pişta çavê wî de kîtle heye, xwedî dike.
Gazel Karaboga (50) digel mêrê xwe Alî Kemal (49) û lawê xwe Cem (9) di xaniyê xizmek xwe de dijî. Karaboga li vir digel hemû astengiyan, mêr û lawê xwe yê nexweş xwedî dike.
Karaboga ji ber ku mêr û lawê xwe xwedî dike, nikare kemaxa xwe ya ji dayîkbûnê vir ve ji cih derketiye bide tedawîkrin. Karaboga hêvî dike ku di demek kurt de mêr û kurê wê baş bibin û di xaniyekî baş de rûnên.
Karaboga ragihand ku kurê xwe 3 mehan carekî dibe Enqerêyê, lê ji ber ku mehaniya astengdarbûnê ya ku sê mehan carek distînin, terî wan nake; ji welatiyan alikariyê dixwaze. Karaboga got: "Ji hêla aboriyê ve rewşa me nebaş e. Em alikariyê dixwazin. Bila alikariyê bidin me."