Heyder Yilmazê ku ji sedî 40 astengdar e, 16 sal in ku pêlavên bi navê harîk yên herêma Bitlîsê çêdike û çanda herêmê bi saya wî dewam dike.
Yilmaz got ku ew yekane hostayê harîkanê Bitlîsê ye û 16 sal in ku di bin banê Midûriyeta Çand û Turîzmê de harîkan çêdike û wiha axivî: "Her çiqas destên min seqet bin jî min tu carê makîne bi kar neanî û min harîk tim bi destan çêkirin. Harîk pêlava herêmî ya Bitlîsê ye. Bi destan tê çêkirin. Cotek harîk di pênc rojan de encax tê çêkirin. 16 sal in ez vî karî dikim. Lê ji ber ku sîgorteya min tuneye, hin pirsgirêk derdikin. Qezenceke min a kifş jî tuneye. Ji bo ku ez bi rêkûpêk debara mala xwe bikim alîkariyê dixwazim."
Yilmaz diyar kir ku hetanî ew baş be dê pêlavên herêmî çêke û çanda harîkan bidomînê, lê nikarê bê temînat bixebite û wiha dewam kir: "Qezenceke min an jî sîgorteya min tuneye. Ez ji sedî 40 astengdar im. Dema ku ez biçûk bûmqezayeke hat serê min. Pîştî qezayê qismekî kefa destê min hat jêkirin. Lê ez çiqas astengdar bim jî li ber xwe didim û dixebitim. Pêlavên ku ez çêdikim nikarim bifroşim. Li bajêr ji bilî min hosteyên harîkê tunene. Heke ez jî dest ji vî karî berdim dê ev çanda herêma me winda bibe. Ez naxwazim ev çanda me winda bibe."