Qismekî kurdên ji Sûriyeyê yên ku ji ber şer û pevçûnên li welatê xwe reviyabûn û xwespartibûn Tirkiyeyê vegeriyan cih û warê xwe û hin ji wan jî li konbajarên ku li navçeya Sirûcê hatine danîn dimînin.
Li Kobanêyê 8 meh berê ji ber êrîşên DAEŞê niştecihên wê derê bajarê xwe terikandibûn û xwe spartibûn Tirkiyeyê û piştî ku DAEŞ ji wê derê vekişiya qismek penaberên kurd vegeriyan welatê xwe.
Penaberên ku hê ji Tirkiyeyê neçûne jî di konbajarê herî mezin ê Tirkiyeyê ku Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokomariyê (AFAD) ava kiribû de dimînin.
- "Li kampê 6 hezar xwendekar perwerdehiya xwe didomînin."
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku kurdên di konbajaran de hatine bicihkirin kêfxweş in.
Çîftçî destnîşan kir ku heta ji destê wan tê mêvanên xwe baş diezimînin û ji ber vê jî hejmara kesên di kampan de dimînin her ku diçe zêde dibe.
Qaymeqamên Sirûcê ragihand ku şert û mercên konbajar di ser standardên dinyayê de ne û wiha pê de çû: "Konbajar li gor hemû hewcedarî û lazimatiyên penaberan hat avakirin. Em dixwazin bila mêvanên me jî rihet bikin. Her ku diçe hejmara me zêde dibe. Niha hejmara kesên ku di kampa me de dijîn 24 hezar 232 in. Ji bilî vê jî dibistaneke me ya ku 24 sinifî heye. Di van sinifan de 6 hezar xwendekar perwerdehiyê dibînin."