Haydar Şahin
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 03 Adar 2019
Ciwanên li Çataxa navçeya Wanê beşdarî qursa neqişandina daran dibin darên guzê yên ku hişk bûne dineqişînin.
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Çataxê bi "Projeya Deriyê Bi Daran Vedibe Pêşerojê" va hunera neqişandina daran a ku li ber jibîrkirinê ye bi nifşên teze dide nasîn.
Ciwanên li qursê neqişandina daran hîn dibin li Çataxa ku darên guzê lê zêde hene darên hişkbûyî dineqişînin û berhemên balkêş çêdikin.
Ji darên hişkbûyî amûrên wekî talblo, firaq û tebaxan tên çêkirin li ser îneternetê tên firotin.
- Hunera tê jibîrkirin didomînin
Salih Taşê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê darên guzan zêde hene û bi wan amûran çêdikin û ji bo meslekekî ji bîrkirinê xilas bikin jî proje amade kirin.
Taş diyar kir ku di çarçoveya projeyê da darên hişk bûne li destgehan dineqişînin û derdixin piyaseyê û wiha pê da çû:
"Di sala 2015an da me destgeh vekir û hosteyên me perwerde dan ciwanan. Em li vê derê darên emrê xwe temam kirine bi kar tînin ji wan amûran çêdikin. Dema amûrên ji plastîk û metalan hatine çêkirin tunebûn kal û bavên me amûrên xwe ji darên guzê çêdikirin û dixebitandin. Bi pêşketina teknolojiyê va hin melzemeyên teze ketin heyata me û dar hatin jibîrkirin. Em bi projeyê rabirdûya xwe şên dikin. Em xwendekarên xwe li vê derê perwerde dikin û ji bo perwerdeya hosteyi jî dişînin Wanê. Kesên sertîkayên xwe distînin hem dikarin li destgeha me bixebitin hem jî dikarin ji xwe ra dikanê vekin. Me hetanî nika perwerde da bi qasî 100 kesî. Nika 20 qursiyer li destgeha me perwerdeyê dibînin, hem kar hîn dibin hem jî dahat qezenc dikin."
Taş got amûrên li destgehê çêdikin li ser înternetê difroşin çar aliyên welêt.
Taş destnîşan kir ku di van demên dawîn da dest bi neqşên sedefê jî kirin, dema dara guzê û sedef bi hev ra tên emilandin amûrên dekoratîf derdikevin holê.
- Meslekê kal û bavan hînî ciwanan dike
Halîl Akbulutê di çarçoveya projeyê da dersa neqişandinê dide qursiyeran got ku di 8 saliya xwe da ji kalikê xwe hîn bû û nika jî hînî ciwanan dike.
Akbulut wiha axivî: "Kalên min ev kara dikirin, ez ji wan hîn bûm û min hetanî îro domand. Min berê wekî hobiyê dikir paşê bi profesyonelî dewam kir. Berê ji ber ku teknolojî tunebû em bi kêr û kornayên destan va dar dineqişandin. Ji ber ku teknolojî pêş ketiye em firaqên bi destan dihatin çêkirin nika bi makîneya tornayê çêdikin."
Îbrahîm Mantoyê qursiyer got hingî dest bi qursê kiriye dev hin exlaqên xwe yên nebaş berda ye û wiha pê da çû: "Em beşdarî qursê bûn û bûn xwediyê kar. me wekî hobî dest pê kiribû nika wekî meslek dewam dikim. Armanca min ew e ku pêş bikevim û ji xawe ra karxaneyê vekim."