Muhammet Kurşun
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Serokê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li Diyarbekirê got: "Ji roja ku min dest bi wezîfeyê kiriye xeyalekî min hebû. Min digot bila navendeke ilim hebe ku Zehebiyan, Amidiyan, Xetat Hemîdan û Sezaî Karakoçan bigihîne. Şikir ji Xwedê re emê wek Diyanetê Akademaya Navneteweyî ya Îmamê Şafiî vekin."
DIYARBAKIR (AA) - Serokê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li Diyarbekirê got: "Ji roja ku min dest bi wezîfeyê kiriye xeyalekî min hebû. Min digot bila navendeke ilim hebe ku Zehebiyan, Amidiyan, Xetat Hemîdan û Sezaî Karakoçan bigihîne. Şikir ji Xwedê re emê wek Diyanetê Akademaya Navneteweyî ya Îmamê Şafiî vekin."
Gormez di bernameya "Deriyê pêşî li Anadoluyê li ber Îslamê vebû: Konferansa Fethê" de axivî û 1372emîn salvegera fetha Diyarbekirê pîroz kir.
Gormez diyar kir ku Diyarbekir yek ji bajarên navenda medeniyeta Îslamê ye û wiha axivî:
"Ez gazî hemû dinyayê dikim. Eger hûn dixwazin qelbekî we yê eqil bike hebe werin Diyarbekirê ziyaret bikin. Feta Diyarbekirê bifikirin, tarîxa wê bixwînin. Hin bajarên ku xulaseya tarîxa însaniyetê ne hene. Diyarbekir xulaseya tarîxa însaniyetê ye. Diyarbekir yek ji navendên serekî yên medeniyeta tewhîdê ye. Hezretî Elyesa û Zulkîfl ku Xwedê wan wek bixêrtirînên ser rûyê tewsîf dike peyama tewhîdê li Diyarbekirê ji bo dinyayê ragihandine."
Li ser Akademaya Navneteweyî ya Îmamê Şafiî jî Serokê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez wiha agahî da "Ji roja ku min dest bi wezîfeyê kiriye xeyalekî min hebû. Min digot bila navendeke ilim hebe ku Zehebiyan, Amidiyan, Xetat Hemîdan û Sezaî Karakoçan bigihîne. Şikir ji Xwedê re emê wek Diyanetê Akademaya Navneteweyî ya Îmamê Şafiî vekin. Em dixwazin navê Mûhemmed Bîn Îdrîs Eş Şafiî ku mamostayê Amidî û Zehebî ye bidin vê derê."