Haydar Şahin
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ISPARTA
Di nav meh û nîvekê da 222 hezar kesî Kuyucaka gundê Ispartayê ya ku ji sedî 80yê hilberîna berzelingan a Tirkiyeyê dike ziyaret kir.
Kuyucaka ku êdî lê sezona dîtbarî bi dawî bû her sal ziyaretvanên xwe zêde dike û bi xebatên xwe va navê xwe digihîne her aliyan.
Bergeha gund zehf xweş e û ziyaretvan dibine heyran û hijmetkarê hizûr û rewşa gund. Ji bo ku tevkariyê bidin turîzma baxçeyên berzelingan ji vir 3 sal berê "Projeya Gundê Berzelingan" hat amadekirin û li ser vê hejmara ziyaretvanan zêde bû.
- "Her ku diçe hejmara ziyaretvanan zêde dibe"
Kordînatorê Projeya Projeya Gundê Berzelingan Alî Şagdaş dazuyanî da nûçegihanê AAyê û ji vir 3 sal berê "Projeya Gundê Berzelingan" bi tena serê xwe li aliyekî disekinî.
Sagdaş got piştî ku markaya berzelingan sitandin gundê wan ji hêla Tirkiye û dinyayê hat naskirin û gelek turîstên xwemalî û biyanî hatin gund.
Sagdaş got turîstên ku tên baxçeyan ziyaret dikin kêfxweş dibin û wiha axivî: "Sala ewil 21 hezar kes hatin, di sala 2yan da hejmar bû 140 hezar kesî û îsal jî kêmzêde 222 hezar kes hatin ziyareta gund. Bi taybetî Rojhilatê Dûr eleqeyê nîşan dide. Ji Çîn, Malezya, Tayland, Tayvan, Japonya, Almanya û Rusyayê turîst tên vê derê. Îsal 30 hezar turîstên biyanî hatin ziyareta gundê me. Par jî 20 hezar biyanî hatibûn. Di sala ewil da bi tenê hezar û 500 ziyaretvanên biyanî hatibûn ziyaretê. Her ku diçe hejmara ziyaretvanan zêde dibe."
Sagdaş got di salên pêşiya me da hejmara ziyaretvanan ew ê zêde be, ji bo vê jî xebatên xwe didomînin.