Türkan Tosun
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
HAKKARÎ
Mamosteyê wêneyan û hunerên dîtbarî Umît Bartin li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ji bo ku eleqeya xwendekarên xwe bikşîne û ew di dersên xwe de serkeftî bin, dema dersa xwe dide ji wan re santurê dixe.
Bartinê 28 salî yê ku di Navenda Perwerdeya Gel de dixebite ji bilî wêneyan di qada muzîkê de jî xebatan dike.
Bartin him dikare pifî neyê bike û him jî santurê dixe. Di qursa wêneyan de jî dersê dide 20 xwendekaran û hewl dide ew wênesaziyê hez bikin.
Mamoste Bartin ji bilî polê gelek caran xwendekarên xwe dibe park û baxçeyan, li wir dersê dide û ji wan re santurê dixe ku ew bêtir serkeftî bin.
Bartin ji nûçegihanê AAyê ra got dengê ney û santurê derûniya însanan geş dike, tesîrê li ser dilê wan dike, hinekî mîstik e û wiha dewam kir: "Dema ew bi dengê ney û santurê wêneyan xêz dikin xêzên wan nerm û baştir dibin. Ew bêtir aram dibin û ez tesîra santur û neyê di wêneyên wan de dibînim."
Bartîn got dema ew derva dersê dide kesên meraq dikin tên li cem wan, dixwazin qeyda xwe bikin û bên qursê û wiha axivî: "Em ji bo amadehiya zanîngehê dersê didin. Hin xwendekarên me jî ji bo kêfa xwe tên."
Ji bo santurê jî Bartin got li Tirkiyeyê enstrumana bi navê kanun hinekî dişibe santurê lê ev enstruman bêtir li Îranê navdar e.
Xwendekar Pervin Adara 2 meh in diçe qursê jî got ew bi saya muzîkê bêtir dersê hez dikin û wiha axivî: "Em zêdetir li parkan dersê dibînin. Ev pir baş e. Em pir kêfxweş in. Bi saya mamoste Umît em hewl didin serkeftî bin."