VAN
Li Girava Axdamarê ku li ser Gola Vanê ye di Dera Ermeniyan de ayînê dest pê kir.
Piştî 95 salan bi destura taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê cara ewil di 2010an de Dêra Axdamarê hate vekirin û îsal ayîna 4emîn tê kirin.
Serdêr, sibehê ji zû ve ji navçeya Gevaşê derbasî Girava Axdamarê bûn û bi rêveberiya Cîgirê Serpîskoposê Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyê Aram Ateşyan ayînê dest pê kir.
Ji bilî ermeniyên ku li Tirkiyê dijîn ji Hollanda, Avusturya, Kanada, Îsvîçre, Almanya, Fransa, Amerîka, Îran û Ermenistanê gelek malbat beşdarî ayîne dibin. Parlementerê BDPê yê Vanê Nazmî Gur, Şaredarê navçeya Gevaşê Nazmî Sezer, Balyozê Amerîka yê Adanayê John L. Espînoza û Musteşarê Balyozê Îsvîçreyê Dîdîer Chassat jî beşdarî ayînê bûn.