Hemû dînên îlahî û baweriyên qedîm behsa "Tofana Nûh" dikin. Vê tofanê seranserê dîrokê bala mirovan kişandiye û ji her kesî re bûye mereq. Li gorî tezên zanyarên ku li ser tofanê lekolîn kirine, çiyayên Cûdî û Agiriyê weke cihên ku tofan lê pêk hatiye derdikevin pêş.
Tê zanîn ku tofan di dîroka dinyayê de ciheke girîng digre û di Qur'ana Pîroz de jî bi hemû hûrgiliyan ve behsa tofanê tê kirin. Di Qur'ana pîroz de cihê ku keştî lê sekinî weke "Çiyayê Cûdî"yê tê nîşandan.
Ji bo qala teza Çiyayê Cûdiyê bê kirin, bi pêşengiya Zanîngeha Şirnaxê û piştgiriya Walîtî, Şaredarî, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DÎKA) di 27-29ê îlonê de dê "Sempozyûma Navneteweyî ya Hz. Nûh û Çiyayê Cûdiyê" bê lidarxistin.
Ji bo Sempozyûmê dê ji welêt û derveyî welêt gelek zanyar bêşdar bin. Ji zanîngehên cûda yên hûndirê welêt 44, ji derveyî welêt jî 23 zanyar, akademîsyen û lêkolîner dê bêşdarî sempozyûmê bibin.