Li Herêma Rojhilata Başûrê Anadoluyê dengbêjên ku evînên ku ketine ser zimanan, êş, xem û zêmaran bi stranan vedibêjin xima wêjeya devkî ya kurdî ne. Dengbêj barkêşên dîrok û çanda 5 hezar salî ya Rojhilata Navîn in.
Hîlmî Akyolê ku li Diyarbekirê di Mala Dengbêjan de berhevkariya stranan dike û wan qeyd dike, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê. Akyol got ku di sala 2007an de bi destê Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Mala Dengbêjan hat vekirin û di malê de 28 hunermend hene.
Akyol qal kir ku yek ji wan jin 28 dengbêj wek komên ku ji 5 kesan pêk tê, di hefteyekê de 6 rojan stranan dibêjin. Akyol got ku dengbêjiya ku li Rojhilata Navîn di nav kurdan de tenê heye di roja me de ji aliyê ermenî, keldanî, suryanî û ereban ve jî tê kirin û wiha axivî:
"Dengbêj tê wateya kesên ku stranan dibêje. Dîroka dengbêjiyê ya li van axan digihêje 5 hezar salî. Dengbêjan heta niha bi hezaran stran, destan û çîrokê gihandine heta roja me. Ermenî, keldanî, suryanî û erebên ku li vê axê dijîn jî dengbêjiya kurdî kirine."
-"Dengbêj bingeha wêjeya kurdî ya devkî ne"
Akyol qal kir ku di stranên dengbêjan de teşbîh û xweşgotin gelek in û wiha axivî:
"Wek mînak dema li porên keçeke xama dinêre wisa qal qa wan poran dike ku mirov dibêje ew por ji asîmanan daketine. Dema qala guhar, cil, eba û şalwara wê dike devê mirov vekirî dimîne. Di vê warê de dengbêj gelek zîrek in û xweşbêj in. Wêjeyeke gelek xurt di nav dengbêjan de hene. Ew bingeha wêjeya kurdî ya devkî ne. Ew dahatûyê ji bo şano û sînemaya kurdî dikarin bibin çavkaniyeke xurt."
-"Amûrên muzîkê zirarê dide stranên dengbêjan"
Akyol destnîşan kir ku hin stranên dengbêjan bi amûrên muzîkê yên modern ve tên gotin û parast ku ev ceribandinên ku tên kirin zirarê didin stranên dengbêjan.
Akyol got ku "Di dengbêjiyê de ji bilî ev 60 salên dawîn, amûrên muzûkê tunin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Amûrên muzîkê zirarê didin dengbêjiya kurdî ya klasîk. Heke maweya gotina stranekî sê saet be bi amûrên muzîkê ev mawa derdikeve 5-6 saetan. Ev jî dibe ku hinek bêhna mirov teng bike. Ji ber wê yekê kesên ku bi amûrên muzîkê stranan dibêjin, ser û binê destanê kurt dikin. Ev jî li gor me zirarê dide stranên dengbêjan."
Akyol qal kir ku li Tirkiyeyê kurdî bi salan hat qedexekirin û got ji ber ku qedexe hebûn rojava dengbêjiya ku digihêje 5 hezar sal berê niha, nizane.
Akyol destnîşan kir ku di van salên dawîn de digel gelek lêkolînerên ku ji derveyî welêt tên, xwendekarên zanîngehên li Tirkiyeyê jî wek mijara tezê li ser dengbêjiyê disekinin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Piştî ku mala dengbêjan vebû, ji gelek welatan lêkolîner hatin û lêkolîn kirin. Hin ji wan çendî rojan vir man û bi seatan dîmen kişandin. Li ser van gotar nivîsandin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê bi dehan xwendekarên zanîngehê wek sparteka heyama perwerdeyê û teza qedandina zanîngehê li ser dengbêjiyê xebitîn û ji bo lêkolînan hatin vir."
Akyol got ku di salekî de nêzî 70 hezarî mirov tên ziyareta Mala Dengbêjan û qal kir ku li Diyarbekirê cihê ku herî zêde tûrîst diçin wir mala dengbêjan e.