Ziyaretvanên muzeya ku bi navê hunermend Muslum Gurses hatibû vekirin û tê da cil û berg, hacetên muzîkê, pîlaq û bandên wî tên pêşandan her diçe zêde dibin.
Muslum Gursesê ku di nav gel da wek "Muslum Baba" tê binavkirin di 3yê adara 2013an da di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin da miribû û ji bo wî li Rihaya welatê wî muze hatibû vekirin. Muze ev 2 sal e di feeliyetê da ye.
Di muzeyê da gelek cil û berg, hacetên muzîkê, pîlaq û bandên wî tên pêşandan û dema ku meriv di muzeyê da digere jî kilamên wî jî guhdarî dike.
Zeynep Yildirima berpirsiyara muzeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Muslum Gurses hunermendekê sereke ye û tesîra wî li ser hunera Tirkiyeyê he ye.
Yilmazê destnîşan kir ku hunermendhezên ku tên bajêr teqez muzeyê jî ziyaret dikin û gelek caran dibînin ku hezkiriyên Gurses di muzeyê da digirîn.
Yilmazê diyar kir ku di 2 salan da qasî 20 hezar kesî muze ziyaret kirin û wiha pê da çû:
"Me muzeya xwe teze vekir lê belê dîsa jî hejmara ziyaretvanan zehf rind e. Hezkiriyên Muslum Gurses ên taybet hene. Ji derva û nav bajêr gelek kes tên ziyareta muzeyê. Hin kes bi tenê ji bo dîtina muzeyê tên Urfayê. Muzeya me her roj vekirî ye û roj bi roj ziyaretvanên muzeya me zêde dibin."
Fevzî Çelîkê ji ziyaretvanan got ku ew jî hezkiriyê Gurses e û muze hem li hunermend hem jî li bajarê Rihayê hatiye.
Çakmak destnîşan kir ku di muzeyê da bi cil û berg û berhemên hunermend va xwe tesellî dikin û wiha got: "Dema ku ez têm muzeyê min wetrê li cem min e."