ERBÎL
Sê şahbanûyên "Pêşbaziya Bedewiyê ya Kurdistanê", di projeyên ku dê Herêma Kurdistana Iraqa Federal li dinyayê bidin nasîn de cih bigirin.
Bedewa yekemîn a pêşbirkê ya yekemîn Fenîk Mûhammet Abdulkerîm ku di pêşbirka bedewiyê de bû yekemîn, ya duyemîn Dalya Rebûar û ya sêyemîn Jîn Sabah li hoteleke li Erbîlê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. "Bedewa Kurdistanê" Fenîk ji nûçegihanê AAyê re daxuyand wê alîkariyên xwe yên mirovahiyê ku heta niha li Swêdê domandiye dê ji niha pê ve li Erbîlê bidomîne. Fenîk diyar kir ku ew ê komkujiya Helepçeyê û pirsgirêkên Kurdan ji dinyayê re vebêje. Û Fenîk wiha got:"Dixwazim di her projeyên ku Kurdistanê dide nasîn de cih bigirim."
Di pêşbirka bedewiyê de Dalya Rebûar ku li Swêdê dijî bi dengdayîna li ser înternetê herî zêde deng girt û bû "bedewa înternetê". Dalya ji nûçegihanê AAyê re daxuyand û got ku pêşbirka bedewiyê ji bo gelê Kurd tiştekî nû ye. Dalya Rabûar diyar kir ku ji ber ku wekî bedewa înternetê hatim hilbijartin, ez ê jî li ser medyaya civakî HKIFê bidim nasîn.
"Bedewa Aştiyê" Jîn Sabah jî îfade kir ku demekê li Almanyayê perwerde dîtiye û li Duhokê jiyana xwe berdewam dike. Jîn ragihand ku piştî di pêşbirkê de bûye sêyemîn, jiyana wê de guherandin çênebûye. Jîn wiha axivî: "Li Kurdistanê rewşa aşîtiyeke civakî heye ku ji dinyayê re bibe mînak. Li vir mirov li gor bawerî û dîn û neteweya xwe nayên sinifandin. Ez ê hewl bidim ku vê rewşa aşîtiyane ji dinyayê re vebêjim."
"Pêşbaziya Bedewiyê ya Kurdistanê", di 28ê Îlona 2013an de li bajarê Erbîla HKIFê hatibû li dar xistin.