Xirbeyên Anî Orenê di navbera sînorê Qers û Ermenistanê de cih digirin. Ji sala 1965an vir ve li wir kolandin tên kirin û berhemên dîrokî tên derxistin û ji van berheman hin herî kêm 2 hezar salî ne li Muzeya Qersê tên pêşandan.
Midûrê Muzeya Qersê Necmettîn Alp daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Xirbeyên Anî Orenê cihekî dîrokî ye, lewra ev bajar di dîrokê de wek deriyê Anadoluyê ye û ji ber vê taybetiya xwe jî bajarekî girîng e."