Îsal 44 hezar turîstan "Anî Orenê" ziyaret kir.
Anî Orena ku li ser sînorê di navbera Qers û Ermenistanê de ye û ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye bala turîstan dikşîne.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Hakan Doganay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku herêma Anî Orenê ya 40 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e, ji bo turîzmê herêmekî gelek girîng e.
Doganay got ku li bajêr gelek çand bi hev du re dijîn û wiha dewam kir: "Li herêmê gelek çand û şaristaniyên cuda jiyane. Bandora çandên cuda li ser avahiyên herêmê jî çêbû ye. Dema ku em Aniyê didin nasîn û qala Aniyê dikin, vê sloganê bi kar tînin 'Anî dinyayek e, lê dinya ne Anî ye.' Li Aniyê ji hemû çand û şaristaniyên dinyayê parçeyek heye."
Doganay got ku cara ewil di serdema Selçûkiyan de, li Aniyê bazirganiya di cih de hatiye kirin û wiha dewam kir: "Em îdia dikin ku 'Sûka sergirtî' ya ewil li vê derê hatiye sazkirin. Em hêvî dikin ku, di encama lêkolînên ku di 2015 û 2016an de tên kirin de, em bigihîjin bermayîyan û vê îdiaya xwe îspat bikin. Em Aniyê wekî bajarê dinyayê dibînin. Li Aniyê avahiyên hemû dînan hene. Herwiha mizgeft, dêr, katedral û şapel hene û ev hemû li bal hev in. Anî, ji bo herêm û welatê me navendekî zehf girîng e. Hejmara turîstên ku tên herêmê jî vê nîşan dide."
Hakan Doganay diyar kir ku dê xebatên wan ên ji bo danasîna herêmê berdewam bikin û wiha got: "Di sala 2013yan de 26 hezar û 630, di sala 2014an de 44 hezar turîst hatin serdana herêmê. Em dikarin bibêjin ku hejmara turîstên ku hatin herêmê ji 100î sed zêde bûn."
Doganay got ew bi zêdebûna hejmara turîstan bextewar bûn; lê ev têrê nake û dê xebatên ji bo danasîna herêmê xebatên wan berdewam bikin.