Li Alaskaya Amerîkaya Bakur bermayiyên du dergûşên ku di Serdema Cemedê de jiyane, hatin dîtin.
Hat ragihandin ku bermayiyên dergûşan li ciyê kolanê ya Upward Sun Riverê ya li rojhilatê başûrê Faîrbanksê hatin dîtin û tê gotin ku emrê bermayiyan 11 hezar û 500 sal e.
Hat destnîşankirin ku di sala 2010an de lêkolîneran bermayiyên zarokeke 3 salî dîtibûn û sala par jî nêzî heman ciyê hestiyên din hatin dîtin. Hat diyarkirin ku bermayî baş tên parastin û tê gotin ku bermayiyek yê dergûşeke ku mirî hatiye dinyayê yê, bermayiyên din jî ya dergûşeke ku paşê miriye ye.
Tê texmînkirin ku zarokê 3 salî û dergûş di heman havînê de mirine. Ev bermayî bermayiyên herî biçûk ên însanan ên Serdema Cemedê ne.
Wek mayîn hat gotin ku dergûş tevî rimên kevir û tîran hatine definkirin.