Qaymeqamê Heskîfê Temel Ayca ji bo xebatên mîmarî yên Projeya Veguhestina Ekolojîk ya gundê Uçyolê, gundê Bedayê û şikeftên mezraya Ziraqiyeyê ya li ser gund ziyaret kir.
Ayca bi Kordînatorê YDOyê yê DÎKAya Batmanê Eyyup Bulut, Kordînatora Projeyan ya Qaymeqamtiya Heskîfê Emel Demirel û Serokê Komeleya Danasîna Tûrîzmê ya Batmanê Emîn Bulut re li ser avahiyên mîmarî vekolîn kirin.
Mixtarê gundê Bedayê Mesut Ekîncî der heqê malên şikeft de agahî da Qaymeqam Ayca. Ayca destnîşan kir, ji bo ku halê resen ê projeyê bê parastin, ew hesas in ku halê siruştî xerab nebe.
Ayca wiha axivî: "Her çend proje ji bo gundê Uçyolê hatibe çêkirin jî, mebesta me tenê gundê Uçyolê nîne. Armaca me ew e ku em gundê der û dorê jî ji bo tûrîzmê bidin qezenckirin."