Ji rêvebiriya Amerîkayê der barê herêma tampon de gotinên cur be cur tên gotin.
Herêma tampon ya Tirkiyeyê xwest ku li Sûriyeyê bê çêkirin, di serî de ji aliyê Amerîkayê ve nedihat qebûlkirin. Rêvebiriya Amerîkayê der heqê vê mijarê de gotinên cur be cur dibêje.
Kerry di hevdîtina ku bi Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê Philip Hammond re kir de pirsa li ser herêma tamponê bersivand û wiha got: "Divê mirov li ser avakirina herêma tampon lêkolînê bike. Lê divê di heman demê de ewlehiya vê qadê bê parastin. Divê ev der ji hikûmetê (Rejima Esed) bê parastin ku hikûmet êrîşî vê derê neke. Ji ber vê çendê divê mirov li ser vê mijarê bisekine. Fikra me hemûyan ew e ku em li ser vê mijarê bisekinin."
Piştî civîna çapemeniyê ya Kerry û Hammond ji rêvebiriya Amerîkayê daxuyaniyeke din hat dayîn ku ev daxuyanî ji ya Kerry cudatir e.
Berdevkê Qesra Spî John Earnest got ku ew hê li ser vê mijarê nesekinîn. Berdevkê Pentagonê yê Wezareta Parastina Amerîkayê John Kîrby jî der barê mijara herêma tamponê de ragihand: "Ew wek vebijêrkeke leşkerî li ser vê mijarê nasekinin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve Jen Psakî jî wiha got: "Her çend em vê gavê li ser vê mijarê (herêma tampon) nesekinin jî, ev fikra ya welatên din e. Ev nayê wê meneyê ku em ê li ser vê mijarê nîqaşan nekin. Me tu carî (fikra herêma tampon) neavêt pişt guhê xwe. Vê gavê em nafikirin ku ev bikeve rewacê."
Psakî li ser gotinên Kerry yên "divê mirov li ser lêkolînê bike û ji nêz ve lêbikole" jî wiha got: "Em dikarin li ser mijarê nîqaşan bikin, partner û mitefiqên xwe guhdar bikin. Ev wezîfeya Kerry ye. Lê ev nayê wê meneyê ku polîtîkaya Amerîkayê ya li ser vê mijarê guheriye."