İbrahim Atmaca
26 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Li Şanliurfayê mehsereyê dest pê kir û bi rê û rêbazên edetî çêkirina dimis jî dest pê kir.
Karkerên çandiniyê serê sibê ketin bax û baxçeyan û tirî berhev kirin û bi traktoran va sepetên tiriyan dibin cihê ku lê dikutin. Tirî pêşiyê tên şûştin, paşê dixin çewalan û di cirnên kevir da tên kutan, xaliya spî ya herêmê pê wer dikin û ava wan derdixin.
Şîre di qazanên paxir ên mezin da li ser agirê êzingan tê kelandin, paşê berdidin tebsî û qaban û li ser baniyan didin ber tavê. Nêzî 2 rojan li ber tavê dimîne û dibe dimis.
Li Şanliurfayê mehsereyê dest pê kir û bi rê û rêbazên edetî çêkirina dimis jî dest pê kir.Karkerên çandiniyê serê sibê ketin bax û baxçeyan û tirî berhev kirin û bi traktoran va sepetên tiriyan dibin cihê ku lê dikutin. Tirî pêşiyê tên şûştin, paşê dixin çewalan û di cirnên kevir da tên kutan, xaliya spî ya herêmê pê wer dikin û ava wan derdixin. ( Mehmet Fatih Aslan - Anadolu Agency )
Hilberînerê dimis Îbrahîm Halîl Yeşîlçayir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku germa bajêr tehma tiriyan xweş dike.
Yeşîlçayir got şîre di qazanên paxir ên taybet hatine çêkirin da nêzî 2 saetan ser agir tê kelandin.
Yeşîlçayir diyar kir ku dimisê ku ew çêdikin organîk e û wiha dewam kir:
"Şîre piştî ku dikele, ew ji ser agir datînin ku vepesire. Paşê derdixin ser baniyên xaniyan û 2 rojan didin ber tavê. Şîre li ber tavê tîr û reş dibe û dibe dimis. Dimsê tiriyên reş ji ber ku bi rê û rêbazên siruştî tê çêkirin, ji bo nexweşên astim û nexweşên ku xûna wan kêm e baş e û gelek kes distîne. Stenbol di serî da em dimis dişînin her derê Tirkiyeyê."
Hilberînerê dimis Mahmut Bucak jî got ku ji nîvê tebaxê şûnda tirî digihêjin û tên qetandin.
Bucak diyar kir ku ew ê ber bi dawiya îlonê jî cureyên dimis ên din çêkin.