Nihat Kavşut
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Li gor projeya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ku li Herêma Parastina Tebîetê ya Gola Xwêyê flamîngo tên teqîbkirin hat tesbîtkirin di 2017an 11 hezar û 79, sala par 12 hezar û 746 û îsal jî 20 hezar û 381 cucikên flamîngoyan ji hêkê derketine.
Li derdora Gola Xwêyê di dinyayê da koloniya herî mezin ya zêdebûna tebiî ya flamîngoyan heye û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Herêma Parastina Tebîetê ya Gola Xwêyê flamîngoyan teqîb dike.
Li gor projeya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hat tesbîtkirin di 2017an 11 hezar û 79, sala par 12 hezar û 746 û îsal jî 20 hezar û 381 cucikên flamîngoyan ji hêkê derketine.
Cucikên flamîngoyan yên ji hêkê derdikevin heta bi firê bikevin li Gola Xwêyê dimînin û peyra di payîzê da hêlîna xwe diterikînin.