Qaymeqam Karahan Daştan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bi danasîna cih û warên dîrokî yên li navçeyê dê hejmara tûrîstên ku tên serdana herêmê zêdetir bibe.
Daştan da zanîn ku hin projeyên ku hejmara tûrîstan zêde bike, amade kirine û wiha dewam kir: "Me projeyên xwe amade kirin û me ew pêşkêşî erkdarên ku bi mijarê re mijûl in kirin. Ev projeyên me hatin qebûlkirin. Di çarçoveya van projeyan de îsal cara ewil em dengbêjên dinyayê tînin bajarê xwe."
Daştan got ku dê bernameyeke berfireh amade bikin û wiha got: "Dê ji Îran, Iraq, Ermenistan, Rûsya û bajarên cuda yên Tirkiyeyê dengbêj bên navçeya me. Me ji bo projeyê ji Wezaretiya Karên Derve destûr sitand. Di çarçoveya projeyê de dê nêzîkî 20 dengbêjî bên herêmê."
Daştan wiha pê de çû: "Me ji bo çanda dengbêjiyê dewam bike, bigihêje nifşên nû, navçeya me bê nasîn, hejmara turîstên biyanî û herêmî yên tên herêmê zêdetir bibe, bernameyeke wiha amade kir."
Daştan da zanîn ku dengbêjên dê di pêşbirkan de bikevin dereceyê dê beşdarî bernameya di tebaxê de li Qesra dîrokî ya Îshaq Paşa bê lidarxistin bibin. Daştan diyar kir ku herwiha ji bo berdewamiya çanda dengbêjiyê jî li navçeyê "mala dengbêjan" ava kirine.