Sevim Hatun
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2017
ŞIRNAK
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) bû.
Walî Aktaş der heqê dengdayina wêneyên salê ya AAyê de agahî hildan û li wêneyên di kategoriyên nûçe, jiyan û sporê de niherî.
Aktaş di kategoriya nûçeyan de deng da wêneya Alaa Mohammad a bi navê "Li Sûriyeyê êrîşên ser herêmên bêşer ên esker", di kategoriya jiyanê de deng da wêneya Alî Îhsan Ozturk a bi navê "Rêwîtiya Miyan", di kategoriya sporê de deng da wêneya Guven Yilmaz a bi navê "Zeynepa hafiz dixwaze bibe şampiyona boksê."
Walî Aktaş got ku gelek wêneyên xweşik hene û bo wî dengdayin zehmet bû.