Fatih Gazioğlu
28 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2017
GAZÎANTEP
Saziya Merqe û Patentê ya Tirkiyeyê serlêdana "Kehkeya gund a Entabê" ya bona tescîlkirinê qebûl kir.
Der barê serlêdanê de ji Borseya Bazirganiya Gazîentabê daxuyaniyek hat dayîn.
Sekreterê Giştî yê Borseya Bazirganiya Gazîentabê Ozgur Bayram got ku wan bona tescîlkirina kehkeyê beriya 2 salan serî lê dabû û wiha axivî:
"Saziya Merqe û Patentê ya Tirk hin lêkolîn kirin. Piştî lêkolîna saziyê ya ku 3 mehan dewam kir, kehkeya me ya gund 25ê kanûna sala 2017an hat tescîlkirin. Kehkeya Gazîentabê tenê li eydan nayê belavkirin. Çêkirina wê gelek bizehmet e. Malbat û cîran tên bal hev û vê xwarinê çêdikin. Bi saya vê malbat, cîran û civat bi hev ra rûdinin. Ev ji aliyekî kevneşopiyek e jî. Ji ber vê me xwest ku tescîl bikin û ji pêşerojê re bihêlin."
Bayram destnîşan kir ku wan heta niha ji bo 6 berheman belgeya tescîlkirinê stendiye û bona 14 berhemên din jî heta du mehan wê encam eşkere bibe.