Önder Beyter
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
ERZURUM
Li Erziromê bi hewldana Walî Seyfettîn Ezîzoglu va Deriyê Xarpêtê yê dîrokî derxistin ser rûyê erdê.
Çend sal berê di xebatên înşeatekê da hat tespîtkirin ku Deriyê Xarpêtê yê dîrokî li baxçeyê walîtiyê ye. Piştî vê, Walî Ezîzoglu tealîmat da ku ji bo derxistina derî projeyek bê amadekirin.
Ezîzoglu di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku Deriyê Xarpêtê yê dîrokî di salên 1860î da ji aliyê Waliyê Erziromê Fosfor Mistefa Paşa hatiye çêkirin.
Ezîzoglu herwiha diyar kir ku li bajêr 7 deriyên dîrokî hene û wiha pê da çû:
"Ji bo her deverekî navek li deriyan kirine. Ji ber ku ev derî jî li aliyê Xarpêtê vedibe, navê 'Deriyê Xarpêtê' lê kirine. Ev derî li baxçeyê walîtiyê bû. Ji ber ku di binê axê da mabû, nedihat dîtin. Me jî xwest em vê derxin ser rûyê erdê. Projeya me li Lijneya Abîdeyan jî hat pejirandin. Derî aniha derket holê, îca emê dest bi xebatên restorasyonê bikin."