Türkan Tosun
07 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li Tuzlucaya navçeya Îdirê di çarçoveya "Mîhricana Çandê ya Ji Xurbetê Ber Bi Welêt" da fîlmeke sînemayê di şikefta xoyê da hat nîşandan.
Mihrîcan ji hêla Şaredariya Tuzlucayê cara sêyemîn e tê lidarxistin.
Di mihrîcanê da gelê navçeyê di şikefta xoyê da fîlma bi navê "Mekteba Kevir" temaşe kir.
Zarok, ciwan, kal û pîr gel eleqeyê nîşanî fîlmê dan.
- "Ji 7ê bigre heta 77 salî her kes li vir e, em ji ber vê kêfxweş in"
Şaredarê Tuzlucayê Ahmet Saît Sadrettîn Turkan ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di dinyayê da care ewil e di şikefta xoyê da fîlmek tê nîşandan û wiha axivî: "Piştî 35 salan gelê Tuzlucayê cara ewil e sînemayê temaşe dikin. Di dîrokê da cara ewil e ku ev jî di şikeftên xoyê da pêk tê. Ez spasiya Wezareta Çand û TUrîzmê dikim. Ji 7ê bigre heta 77 salî her kes li vir e, em ji ber vê kêfxweş in."
- "Bila her kes bê vê derê bibîne"
Serokê Komeleya Îdiriyan a Stenbolê Îlîmdar Atabey jî got ev çalakiya sînemayê pir girîng e û wiha dewam kir: "Ez 50 salî me cara ewil e ezê li şikefta hezar mêtro di binê erdê daye fîlmê temaşe bikim. Ez bi kelecan im. Ez dixwazim herkes bê vê derê bibîne."
Welatî Celal Karelî jî got şikeftên xoyê ji hêla tenduristî û turîzmê va bi têra xwe nayê nasandin, lê bi saya nîşandana fîlmê ya di şikeftê da ew hat nasandin.