IGDIR - EMRAH KOCABEY
Welatiyên li Îdirê şikefta ku ji Ûrartûyan maye wek mizgeft bi kar tînin.
Mizgefta li quntara çiyayê gundê Asmayê ya ku li ser Îdirê ye û di nav şikeftekî de ye bala mirovan dikişîne.
Piştî ku mele bang dide mirov bi rêberiya mele di vê cihê ku bilindahiya wê 2 mêtroyî ye de nimêj dikin. Gundî şikeftê bi ceyranê ronî dikin û li vir nêzîkî 50 kesî bi hev re dikare nimêjê bike.
Gundî vê mizgeftê wek ziyaretekê bi nav dikin û hin caran jî boraqên xwe li vir ser jê dikin.
Ji gundiyan Îkram Çinar nûçegihanê AAyê re got ku ew bi salan e li vir nimêj dike û wiha axivî:
"Ev der ji bo me ciheke pir girîng e. Em bi salan e li vir nimêj û taeta xwe dikin. Mizgefta me ya mezin jî heye, lê li vir nimêjkirin aramiyeke cuda dide mirov. Gundiyên ku li gundên din dijîn jî tên ku li vir nimêjê bikin. Ev der bi her awayî ciheke taybet e. Em dibêjin ku werin û bibînin. Ciwan jî tên li vir dia dikin ku zarokên wan ên bi xêr çêbin. Yên ku nû dizewicin jî tên. Tûrîstên biyanî û yên din jî tên ziyareta li vir. Nimêja li vir hesteke cuda dide mirov."
Midûrê Turîzm û Çandê Osman Engîndenîz jî diyar kir ku ew hewl didin vê mizgeftê bidin nasandin û turîst bên li vir. Engîndenîz wiha got:
"Dema ku li gund mizgeft tunebûye, gundiyan li vir nimêj û taeta xwe kirine. Li gor lêkolînên me ev mizgeft bi hezar salî ye. Di dema Uraratûyan de hatiye çêkirin. Dema ku lingê heywanekî tê de çikiyaye gundî pê hesiyane û ev der vala kirine. Wê demê dîtine ku ev der mizgeftek e û ji wê rojê heta niha wek mizgeft tê bikaranîn."