25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê, hat tesbitkirin şikefta ku tê da 15 hestiyên seriyê însanan hatin dîtin, mezelekî ji heyamên berê ye.
Mehmet Bakirê ku li taxa Salihliyê dijî, dema ku bi makîneya kar li girê Pirvindê dixebite rastî hestiyan tê û xebatkarên Muzeya Arkeolojiyê ya Diyarbekirê tên şikeftê û piştî lêkolînê wê rapora der barê şikeftê da pêşkêşî Wezareta Çand û Tûrîzmê bikin.
Tê plankirin ku li ser destûra wezaretê li şikeftê kolandin bên kirin û ji bo lêkolîneke berfireh xwelî avêtin ser hestiyan.
Pisporan destnîşan kir ku mezel ji heyamên berê maye û tê texmînkirin ku ya dema Romayê û divê lêkolîneke berfireh were kirin.
Ramazan Denizê mixtarê taxa Salihliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku him arkeolog û him jî cendimeyan li şikeftê lêkolîn kirin û got ku em dixwazin xebatên arkeolojîk bên kirin.