ANKARA
Serokatiya Karên Diyanetê di pênc salan de xebatên meala Qur'anê ya kurdî temam kir û weşand.
Midûrê Giştî yê Weşanên Dînî yê Serokatiya Karên Diyanetê Dr.Yuksel Salman ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji avabûna diyanetê heta niha 150 hezar berhem hatine weşandin.
- Di 26 zimanan berhem hatine weşandin
Salman got ku ji bo ku Qur'anê wergerînin zimanên cuda di salên dawîn de xebatên girîng tên kirin û wiha axivî: "Di serî de almanî, îngilizî, frensî û rûsî bi 26 zimanan berhem hatin weşandin. Meala Qur'anê ya kurdî jî di 5 salan de hat temamkirin. Xebatkarê me Huseyîn Gunduz vê xebatê amade kir. Hin endamên Serokatiya Lijneya Bilind ên Karên Diyanetê, pisporên û mamosteyên îlahiyatê li ser mealê lêkolîn kirin û meal wisa hat çapkirin."
Salman got ku werger karekî zor e û heke ku mijar wergera Qur'anê be ev kar zehmettir dibe û wiha dewam kir: "Serokatiya me di hemû berhemên xwe de hesas tevdigere. Ji bo ku peyama Qur'ana pîroz baş bê neqilkirin me hewleke mezin da. Înşalah piştî vê jî ev xebat wê dewam bikin. 10 hezar meala Qur'anê ya kurdî hatin çapkirin û ew ê di demeke kin de bên belavkirin."
- "Armanc peyama Qur'anê gotin e"
Salman got ku ew ê îngilizî, frensî, rûsî, azerkî, dankî, arnavutkî, qazaxkî bi 15 zimanan meala Qur'anê çap bikin û qismeke wan bişînin derveyî welat.
Salman wiha got: "Li derveyî welêt hin mirov tên ku îslamê hîn bibin. Bi taybetî jî li Ewropayê îslamofobî zêde dibe û ev jî dibe sedem ku mirov îslamê meraq bikin. Li Danîmarkayê Qur'an di nav pirtûkên ku herî zêde tên firotin de cihê xwe digre. Em bendêne ku meala kurdî jî wiha zêde bê stendin û xwendin."