Festîvala Filman a Fecrê ya ku li İranê cara 33yemîn hat lidarxistin, bi merasîma xelatê ve bidawî bû.
Di merasîma ku li salona Vahdetê ya Tehranê hat lidarxistin de di kategoriya "Sînameya Dinyayê" ya festîvalê de xelata derhênerê herî baş, bi filma "Korsanên Berfê" ve Farûk Hacihafizoglû girt.
Wezîrê Çand û Îrşadê yê Îranê Alî Cennetî di axaftina xwe ya li merasîma xelatê de wiha got: "Li ser axa ku xwediyê mîrat û şaristaniyeke bihezaran salan e, zanîn, çand û huner tenê dikare bi têkiliya gelan ve pêk were."
Di kategoriya Sînemaya Dinyayê ya festîvalê de filma "Siddharth" a ku derhênerê wê Richie Mehta ye û bi prodîksiyona hevpar a Kanada û Hindistan ve hat çêkirin, xelata fîlma herî baş girt. Xelata taybet a juriyê jî filma "Bêsinor" a derhênerê Îranî Emîr Huseyîn Askerî girt.
Di festîvalê de "xelata taybet a Mustafa Akad" a ku hersal tê dayîn jî derhênerê kirgiz Sadiq Şerniyaz bi fîlma xwe ya bi navê "Keybanûya Çiya" ve wergirt.
Xelatên ku di kategoriya "Panaromaya Rojhilatê" de hatin dayîn jî wiha ne:
-Fîlma herî baş: "Norjmaa", Bayane Rûûl - Çîn
Derhênerê herî baş: "Nebat", Elçî Mûsaoglû - Azerbeycan
Senaryoya herî baş: "Li Dinyaya te saet çend e?", Safî Yezdaniyan - Îran
Di festîvala ku di navbera 25ê nîsanê û 5ê gulanê dewam kir de ji nêzî 50 welatî biqasî 33 fîlm, belgefîlm û kûrtefîlm hatin nîşandan.