Rektorê Zanîngeha Selaheddînê Prof. Dr. Ahmet Enwer Dizayî di merasimê de axivî û wiha got: Zanîngeha me heta niha doktoroya fexrî nedaye tu kesî û ev di dîroka zanîngeha me de tiştekî yekemîn e. Em vê layiqî Îsmaîl Beşîkçî dibînin."
Dizayî destnîşan kir ku Beşîkçî di rojên zor û zehmet de qala rastiya kurdan kiriye û tim li dijî tundiyê hatiye û wiha axivî: "Beşîkçî di rojên dijwar de qala realîteya kurd û Kurdistanê kir. Bi salan di girtîgehan de ma. Ji ber xebatên wî rêvebiriya zanîngehê ev nasnav dayê."
Nivîskar Beşîkçî jî di merasimê de axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman û sipasiya zanîngehê kir.
Beşîkçî qala rewşa kurdan a di sedsala dawîn de kir û destnîşan kir ku piştî ku dewleta Osmanî perçe bû Îngiltere û Fransayê nexşeya Rojhilata Navîn xêz kirin. Beşîkçî got ku dewletên wek Iraq, Urdun, Sûriye li gor vê dizaynê hatine avakirin, kurd di vê heyamê de hatin perçekirin û armanc kirin ku dewleta kurdan ava nebe. Ji ber vê jî divê ademisyenên kurd di vê mijarê de lêkolînan bikin.
Beşîkçî di axaftina xwe de bal kişand ser azadiya fikr û ramanan û wiha got: "Mixabin ji bilî Îsraîlê li Rojhilata Navîn li tu derekê ev azadî tuneye. Ji bo xebatên kademîk azadî girîng e. Heke azadî tunebe akademî jî tuneye. Ji ber vê divê hemû akademisyen îdeolojiya fermî ya dewletan nîqaş bikin. Bi vî awayî dewlet pêş dikevin."
Piştî axaftinan Dizayî belgeya doktoraya fexrî da Beşîkçî. Di merasimê de Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, akademisyen û rayedarên hikûmetê jî hazir bûn.